Li Cizîrê derb li maşîneke zirxî hat xistin
Li Cizîra Botan ku rewşa awarte di roja 7. de lê dewam dike, tîmên taybet û leşkerên Tirk danê sibehê hewl dan bi maşînên zirxî û tankan bikevin nava Taxa Cûdî.
Li Cizîra Botan ku rewşa awarte di roja 7. de lê dewam dike, tîmên taybet û leşkerên Tirk danê sibehê hewl dan bi maşînên zirxî û tankan bikevin nava Taxa Cûdî.
Li Cizîra Botan ku rewşa awarte di roja 7. de lê dewam dike, tîmên taybet û leşkerên Tirk danê sibehê hewl dan bi maşînên zirxî û tankan bikevin nava Taxa Cûdî. Ciwanan li hemberî vê êrîşa çekdarên dewleta Tirk li ber xwe dan û derb li maşînên zirxî xistin. Piştî vê derbê, leşkerên û polîsên dewleta Tirk neçar man xwe vekişînin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên li hemberî gel di roja 7. de didomin. Li taxên ku berxwedana xwerêveberiyê lê heye, rastî êrîşa bi tankan tên. Polîs û tîmên tevgera taybet ên dewleta Tirk hewl dan danê sibehê bi maşînên zirxî û tankan bikevin Taxa Cûdî.
Ev leşker û polîsên Tirk li berxwedana ciwanên Kurd rast hatin. Ciwanan deb li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra xistin û li ser vê yekê leşker û polîsên dewleta Tirk neçar man xwe vekişînin. Çekdarên Tirk ên ji ber vê derbê xwe vekişandin, piştre bi tankan top li taxê barandin.
Hat ragihandin ku ji ber topbaranê xaniyekî li taxê şewitiye.