Li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê, tevî "qedexeya derketina derve", êrîşên li dijî gel û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan, çalakî û nerazîbûnên şexsî yên li hemberî terora dewletê, der dibin. Nûnerê Egîtîm-Senê yê Wêranşarê Abdulcelîl Çelebî jî ji bo nerazîbûnê nîşanî êrîşên li hemberî gel bide, ku ev 7 roj in li 4 taxan rewş awarte ye, biryar da ku li pêşiya Nisêbînê her roja Yekşemê çalakiya rûniştinê pêk bîne.
Çelebî ji bo pêkanîna çalakiyê danê vê sibehê hat cihekî li pêşiya Nisêbînê, pankarta bi nivîsa "Ji bo pêşeroja zarokên me, êrîşên pavşerû û faşîst bisekinînin" vekir û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê belê leşkerên Tirk piştî demekê hatin cihê bûyerê û bi gotina, "Tu ji kê re dibêje faşîst?" Çelebî girtin binçavan.
Leşkerên Tirk, Çelebî birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Nisêbînê.