Gelê Kerboranê li dijî êrîşan herikî kolanan
Bi hezaran kes li navenda navçeyê û gundan daketin kolanan û berê xwe dan taxa Safa.
Bi hezaran kes li navenda navçeyê û gundan daketin kolanan û berê xwe dan taxa Safa.
Di roja 10. a rewşa awarte de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kerboranê dewam dikin. Gel li hemberî êrîşan herikî kolanan. Bi hezaran kes ji navenda navçeyê û gundan daketin kolanan û berê xwe dan taxa Safa.
Ji navenda navçeyê, ji taxên Tebebaşi, Bahçebaş û Sarayê bi hezaran kes herikîn kolanan û ber bi Taxa Safa ku êrîş lê giran e, dest bi meşê kirin.
JI GUNDAN TÊN NAVÇEYÊ
Bi hezaran kesên ji gundên derdorê jî, li gundên Deywan û Xelîlanê civiyan û tê gotin ku niha li ser rêya navenda navçeyê ne.
Li navçeyê, ji malan dengê sirûdên şoreşgerî tê. Gel hewl dide dorpêçiya li ser Taxa Safa bişikîne.