Li Silopiyayê du kes hatin qetilkirin
Li taxa Nûh a Silopiyayê, dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) û tiyê wê bavê 6 zarokan Yûsûf Înan (40) ên ku duh êvarê tîmên taybet gule li mala wan reşandin û birîndar bûn, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku Taybet û Yûsûf Înan ên duh bi giranî birîndar bûn, ji ber ku ji êrîşên hêzên dewleta Tirk nikarîbûn rakin nexweşxaneyê, xwîn ji wan çûne, lewma jiyana xwe ji dest dane.
Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji duh êvarê saet 18:00 û pê ve hewl dan ambûlansê derbasî taxê bikin, lê belê tevahî van hewldanên parlamenteran jî di vî warî de tiştek nehatiye kirin.
Di dema êrîşê de Halît Înan ê li malê bû birîndar bû û tê gotin ku rewşa wî jî gelekî giran e.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez da xuyakirin ku ji duh êvarê û vir ve ew li Wezareta Tenduristiyê, rêveberiya nexweşxaneyê û emniyetê digerin, lê belê ti mûxataban nabînin. Îrmez got, "Niha Silopiya bi xwînxwarî tê bombekirin. Li navçeyê bi hezaran zarok û jin hene. Bi sedan mirovên bi nexweşiyên giran hene. Pêwîste dewlet dawî li vê zilma li gelê Silopiyayê dike bîne. Niha rasterast bombe li gel tên barandin. Gelê Silopiyayê bi komkujiyê re rû bi rû ye."
Li Silopiyayê, bi Taybet û Yûsûf Înan re hejmara mirovên ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve di dema "qedexeya" dawî de hatin qetilkirin 2 jê zarok bû 9 kes. Navên Kurdistaniyên hatin qetilkirin bi vî rengî ne: Huseyîn Guzel (70), Suleyman Çoban (70), Yûsûf Aybî (80), Şiyar Ozbek (25), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Îbrahîm Bîlgîn (18), Taybet Înan (50), Yûsûf Înan (40).