Gundiyên ji bo şikandina dorpêçiyê berê xwe dan Silopiyayê rastî êrîşê hatin

Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Silopiyayê û destekkirina berxwedana gel, gundiyên navçeyê berê xwe dan taxên berxwedanê. Lê belê polîs û leşkerên dewleta Tirk bi fîşekên rastî êrîşî gundiyan kirin.

Di roja 7. a rewşa awarte de, gundiyên Rihaniyê, Basûra, Teqyan, Bedro, Ziristînê û Nêrvan ên Silopiyayê, ji bo şikandina dorpêçiya li ser navçeyê û destekkirina berxwedana gel, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ketin ser rêya navçeyê.

Lê belê li herêma Nêrvanê, bi TOMA û maşînên zirxî pêşî li girseya gel hat birîn. Leşker û polîsên dewleta Tirk bi fîşekên rastî, bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin. Gel jî li hemberî êrîşê dest bi berxwedanê kir.

Gundiyan bi keviran bersiva dan êrîşên dewleta Tirk û ji gelek deveran ve hewl dide xwe bigihîne Silopiyayê.