Salvegera damezrandina PKK'ê li Nurnbergê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Nurnbergê hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Nurnbergê hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Di şevê de li ser navê MLPD parêzer Manfred Horner axivî û roja ji nû ve vejînê pîroz kir. Horner da xuyakirin ku ew heta dawiyê li cem têkoşîna gelê Kurd in û destnîşan kir, ku divê dewleta Tirk tavilê polîtîkaya xwe ya qetilkirina Kurdan biterikîne. Manfred Horner her wiha diyar kir ku divê dewleta Elman jî der hal desteka dide dewleta Tirk biqedîne.

Di axaftina li ser navê Tevgera Jinê de hat ragihandin, ku ti projeyeke çareseriyê ya dewleta Tirk nîne û hat destnîşankirin, ku konsepta înkar û qirkirina Kurdan a dewleta Tirk bi tundî dewam dike. Qiseker diyar kir ku gelê Kurd bêçare nîne û banga xurtkirina berxwedanê kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî da xuyakirin ku tîmên Esedûllah ên ji aliyê AKP'ê ve hatine avakirin, li Kurdistanê komkujiyan dikin û da zanîn, ku ji bo berxwedaneke xurt gelê Kurd xwedî zanebûn û biryardariyeke têrker e. Atalan bang li Elmanyayê kir ku tavilê dev ji şirîkatiya şer a bi dewleta Tirk berde.

Şev bi stranên Koma Siyabend, Koma Zelal û Koma Govendê ya Zarokan bi dawî bû.

...