Li Ewropayê çalakiyên ciwanan
Ciwanên Kurd ên li Ewropaye dijîn, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyan, li gelek deran çalakî lidarxistin.

BASEL: Ciwanên duh êvarê li bajarê Swîsre Baselê civiyan, li Balafirgeha Basel Mulhoûse çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ku ji aliyê endamên Ciwanên Azad Baselê ve hat organîzekirin, de komkujiyên ji aliyê rejîma faşîst a AKP'ê ve tên kirin, hatin şermezarkirin. Ciwanan li balafirgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn û pankart vekirin.
STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê, Însiyatîfa Ciwanan a Apoyî çalakiyeke protestoyî lidar xist. Ciwanan, der barê terora dewleta Tirk al i Kurdistanê de, rêwiyên li ser rê agahdar kirin.
DUSSELDORF: Li Dusseldorfê ciwanan li ser rêya metro çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Bi qasî 30 ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ciwanan berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kirin.