Dewleta ku li Sûrê nikare berxwedanê bişikîne, malan dişewitîne
Ji ber bomberdûman û topbarana hêzên dewleta Tirk, şewata li gelek avahiyan derket, mezin dibe. Ji ber êrîşên giran, gel nikare şewatê vemirîne.
Ji ber bomberdûman û topbarana hêzên dewleta Tirk, şewata li gelek avahiyan derket, mezin dibe. Ji ber êrîşên giran, gel nikare şewatê vemirîne.
Tîmên taybet ên Tirk ên ku li Sûrê li bin guhê berxwedanê ketin, dest bi şewitandina navçeyê kirin. Ji ber bomberdûman û topbarana hêzên dewleta Tirk, şewata li gelek avahiyan derket, mezin dibe. Ji ber êrîşên giran, gel nikare şewatê vemirîne.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên tinekirinê di roja 19. de dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk ku bi rojane bi hemû hêza xwe êrîşî navçeyê dikin, li berxwedana xurt a gel rast tên. Çekdarên dewletê danê vê sibehê jî êrîşên xwe giran kirin û bi bomberdûman û topraranê re dest bi şewitandina navçeyê kirin. Ji gelek nuqteyên taxê dûxan bilind dibe. Li taxên Karadenîz, Savaş û Hasirli yên êrîşên giran li ser hene, her wiha li herêma Mizgefta Kûrşûnlû Yogûrt Bazari şewata li avahiyan dewam dike. Hat ragihandin ku Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf û malên li derdorê jî dişewitin. Ji ber êrîşên giran, welatî nikarin şewatê vemirînin. Der barê mirî û birîndaran de agahî nehatin wergirtin.
Ji duh danê êvarê û pê ve dewleta Tirk, tankên xwe û leşkeran sewqî navçeyê dikin. Ji Sûrê dengê teqînan û çekan tê.
Li aliyê din, hat ragihandin ku duh êvarê li Taxa Karadenîzê maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra, ji ber teqînê parçe bûye. Der barê aqûbeta tîmên taybet ên Tirk ên di maşînê de, agahî nehat wergirtin. Tê gotin ku gelek ambûlans çûne herêmê. Hat ragihandin ku li hemberî tîmên taybet ên Tirk ên bi rojane Clas Hotel ji xwe re kirine baregeh çalakiyek pêk hat û di encamê de 2 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.