Li taxa Cûdî Drone hat xistin

Li taxa Cûdî ya Cizîrê, pêgera keşfê ya polîsên Tirk a li hewayê dîmen dikişand, hat xistin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşa bi tank û topan a leşker û polîsên Tirk a li dijî gelê Kurd, dewam dike. Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide.

Li taxa Cûdî, polîsên tîmên taybet û leşkerên dewleta Tirk hewl dan bi maşînên zirxî bikevin nava taxa Cûdî û di encama berxwedana ciwanan de ji neçarî xwe vekişandin. Li taxê, pêgera keşfê ya polîsên Tirk a li hewayê dîmen dikişand, hat xistin.

...