Li Cizîrê Drone'yeke din hat xistin

Li taxa Yafes a Cizîra Botan, pêgereke din a hewayî ya keşfê ya polîsên Tirk Drone hat xistin.

Li taxa Yafes a Cizîra Botan, pêgereke din a hewayî ya keşfê ya polîsên Tirk Drone hat xistin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê ku bi rewşa awarte re hêzên çekdar ên dewletê êrîşên giran dibin ser gel, bi tankan top li taxan tên barandin. Berxwedana gel jî li hemberî van êrîşan dewam dike.

Ciwanên berxwedêr ên ku danê sibehê pêgereke keşfê ya polîsan a hewayî xistin xwarê, Dorne'yeke din jî li taxa Yafesê danîn xwarê.