KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gelê Êlihê kirin
Li Êlihê, bi armanca şermerzarkirina "qedexeyên derketina derve" bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariyê civiyan û ber bi Kolana Diyarbakir ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk bi TOMA'yan êrîşî gel kirin. Li bajêr şer heye. -
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li ser piyan e
Li her devera cîhanê, polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê tên şermezarkirin. Di van çalakiyên ku lenet li AKP'ê hat anîn de, berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 2 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdîn û Wanê 2 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin. Li Giyadînê jî tîmên taybet ên Tirk provokasyon kirin û 3 kes girtin binçavan û berdan. -
Di çalakiya Elewiyan a li Parîsê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal şeveke piştgiriyê lidar xist. -
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê çalakiyên xwe zêde dikin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin. -
Navên 2 zarokên li Silopiyayê hatin qetilkirina aşkera bûn-HAT NÛKIRIN
Li taxa Nûhê ya Silopiyayê, navên zarokên ji ber topa hêzên dewleta Tirk li mala ew lê bûn ket jiyana xwe ji dest dan, aşkera bûn. Hat ragihandin ku yek ji wan Reşît Eren (17), a din jî Axîn Kanat (16) e. -
HDP û DBP'ê ji bo çalakiya sibe ya li Wanê banga tevlîbûnê kirin
HDP, DBP û TUYAD-DER'ê ji bo meşa sibe ya bi dirûşmeya "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e", belavok belav kirin û banga beşdariyê kirin. -
Li hemberî êrîşan berxwedana li Cizîrê gav bi gav mezin dibe
Êrîşên çekdarên dewleta Tirk ên bi tank û topan ên li hemberî taxên Cizîrê dewam dikin. Kurdistaniyên li hemberî êrîşan herikîn kolanan jî, berxwedana xwe mezin dikin. -
Gelê Kerboranê av û nanê qeymeqamtiyê qebûl nekir
Gelê Kerboranê, nan û ava qeymeqamtiya Tirk li taxan belav kir, qebûl nekir. Gel, xebatkarên qeymeqamtiyê ji taxên xwe qewirand û ji wan re got, "Em nan naxwazin, azadiyê dixwazin." -
Êrîşên dewleta Tirk wê li Mîdyatê bên şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, wê bi pêşengiya DBP û HDP'ê sibe li Mîdyatê meşek bê lidarxistin. -
Ji DBP'ê daxuyaniya 'operasyona şaredariyan'
Navenda Giştî yaa DBP'ê, li ser operasyonên li hemberî şaredariyên wan ên Şirnex/Silopiya û Mersîn/Akdenîzê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Leşker û polîsên Tirk êrîşî gundiyên dimeşiyan Silopiyayê kirin
Li Silopiyayê, ji bo şikandina dorpêçiyê û destekkirina berxwedana gel, gundiyên derdorê ber bi navçeyê ve meşiyan. Lê belê polîs û leşkerên Tirk bi bombeyên gazê û fîşekên rastî êrîşî gundiyan kirin. -
Koç: Divê em li dora şoreşa xweseriya demokratîk a Bakur bicivin
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç got, "Pêwîste 3 parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê, li dora şoreşa xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê bicivin." -
Li Cizîrê kesekî din bi giranî birîndar bû
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, kesekî 25 salî ji ber topa çekdarên dewleta Tirk li mala wî ket bi giranî birîndar bû. -
Çalakiyên li Rojava yên ji bo Bakur zêde dibin
Bi hezaran kesên li Kantona Cizîrê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin û berxwedana gelê Bakur silav kirin. -
YPG'ê nasnameyên 2 şervanên xwe aşkera kir
YPG'ê nasnameyên du şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
2 kesên li Silopiyayê hatin qetilkirin ev 3 roj in nikarin bên veşartin
Cenazeyên Huseyîn Guzel û Yûsûf Aybî, ku berî du rojan li Silopiyayê ji ber guleyên tankê li malên wan ketin jiyana xwe ji dest dan, ji ber êrîşên çekdarên dewleta Tirk nikarin bên veşartin. -
KJK: Azadî bi berxwedan û avakirina jiyana nû re bi dest dikeve
KJK'ê diyar kir ku azadî bi berxwedan û ji nû ve avakirina jiyana nû re bi dest dikeve û got, "Em bang li hemû gelan, bi taybetî jinan dikin ku li dijî desthilatdariya AKP'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi hev re jiyana azad ava bikin." -
Hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê 2 zarok qetil kirin
Li taxa Nûh a Silopiyayê, ji ber topa hêzên dewleta Tirk li malekê ket, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Gelê Başûrê Kurdistanê: Li dijî tecrîdê divê em 24 saetan çalakiyan lidar bixin
Gundiyên Anana yê Daqûqê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin, "Divê gelê Kurd li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Ji ber ku tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser gelê Kurd e." -
'Divê Elewî li dijî komkujiyan xwe biparêzin'
Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku ku di dema dawî de deriyên malên Elewiyan ji nû ve tên işaretkirin û destnîşan kir, ku xeteriya komkujiyeke fîzîkî heye. -
Li Duren, Mannheîm û Freîbûrgê dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarên Elmanya Duren, Mannheîm û Freîbûrgê, terora dewleta Tirk bi çalakiyan hat protestokirin. -
Xebatkarê Şaredariyê yê bi guleya tîmên taybet birîndar bû, milê wî jê bû
Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Îrfan Ûysal ku bi guleya tîmên taybet ên Tirk birîndar bû, milê wî jê bû. -
'Gelê Kurd têkoşîna yekîtiya demokratîk dimeşîne'
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, mirovên di komkujiya li Til Temirê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir ku alternatîfa pirsgirêkên li herêmê, rêbaza têkoşîna yekîtiya demokratîk a gelan e ku bi pêşengiya gelê Kurd tê meşandin. -
Pira westmînster a Londonê li çûn û hatinê hat girtin
Bi armanca şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li paytexta Îngilîstan Londonê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.