Çalakiyên li Rojava yên ji bo Bakur zêde dibin
Bi hezaran kesên li Kantona Cizîrê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin û berxwedana gelê Bakur silav kirin.
Bi hezaran kesên li Kantona Cizîrê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin û berxwedana gelê Bakur silav kirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo piştgirtdayîna berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li bajarê Dirbêsiyê meşek mezin organîze kir.
Meşa ku bi beşdariya hezaran welatiyên bajarê Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê, Zirganê, Amûdê û Qamişlo yên Kantona Cizîrê pêk hat, li pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dirbêsiyê destpê kir.
Girseya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û alên TEV-DEM’ê û pankartên bi nivîsên “Ruhê azad dîl nayê girtin”, “Em berxwedana Bakur Silav dikin” û “Em piştgiriya berxwedana ciwanên Bakur dikin” hilda heta Deriyê Şenyûrt sînor ê Dirbêsiya serxetê û binxetê de meşiyan.
Li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Cizîrê Edalet Omer, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Nebî Kutê, li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Şemisxan Gulo, li ser navê Mecîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê Ehmed El-Şimerî, li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Rênas Efrîn û li ser navê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Cîhan Aşk Asiya axivîn.
Qisekeran diyar kirin ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî li hember êrîşên terorîst ên dewleta Tirk li ser sivîlên Bakurê Kurdistanê piştgiriya berxwedana gelê Bakurê bikin.
Di axaftinan de bang li tevahî ciwanên Kurdistanê hat kirin ku têkoşîna xwe li hember êrîşên dijmin li ser her çar parçeyên Kurdistanê xurt bikin û destketiyên xwe ji dijmin biparêzin.