Hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê 2 zarok qetil kirin

Li taxa Nûh a Silopiyayê, ji ber topa hêzên dewleta Tirk li malekê ket, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê ku derketina derve lê qedexe ye, duh bi şev topek li malekê ket û xanî hilweşiya.

Di vê êrîşa hêzên çekdar ên Tirk de 2 zarokên 15-17 salî yên nasnanemeyên wan nehat hînbûn, jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku zarokên jiyana xwe ji dest dane ji aliyê gel ve ji binê xirbe hatine derxistin û birine mizgefteke li taxê.