'Gelê Kurd têkoşîna yekîtiya demokratîk dimeşîne'

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, mirovên di komkujiya li Til Temirê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir ku alternatîfa pirsgirêkên li herêmê, rêbaza têkoşîna yekîtiya demokratîk a gelan e ku bi pêşengiya gelê Kurd tê meşandin.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, mirovên di komkujiya li Til Temirê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir ku alternatîfa pirsgirêkên li herêmê, rêbaza têkoşîna yekîtiya demokratîk a gelan e ku bi pêşengiya gelê Kurd tê meşandin.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser navê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, mirovên di komkujiya li Til Temirê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û ji birîndaran re şîfa xêrê xwest. Di daxuyaniyê de hêzên destekê didin çeteyên ev komkujî kirine, hatin şermezarkirin.

Hat ragihandin ku zîhniyeta dewleta Tirk roj bi roj ji aliyê her kesî ve baştir tê dîtin û bi mejiyê qirkirinê li Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Dêrik, Cizîr û gelek herêmên Kurdistanê ji bo şikandina vîna berxwedanê ya gelê Kurd dewleta Tirk êrîş dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana gelê Kurd bi xwerêveberiyan re nîşan dide, berhema têkoşîna 40 salan e û hat gotin, "Parastina vî nirxî wezîfeya her mirovê bi rûmet e. Asta ku gel bi saya vê têkoşîna bi rûmet gihaştinê, ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê înkarkirin, niha li Tirkiyeyê şerekî navxweyî diqewime. Di vî şerî de di serî de gelê Kurd hemû gelên din û hêzên demokrasiyê hedef tên girtin. Zîhniyeta faşîst a dixwaze bi vî şerî re encamekê werbigire, çawa ku di nava 40 salan de encam bi dest nexist, wê careke din bi ser nekeve û polîtîkaya xwe ya îflasê wê li erdnîgariya Kurdistanê êdî têk biçe."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê diyar kir ku gelê Kurd û gelên din ne mecbûr in di bin serdestiya faşîst a dewleta Tirk de bijîn û got, "Di sedsala 21'an de hemû gel di nava mercên wekhev de dikarin bi hev re bimînin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ev formula demokratîk afirandiye. Lewma gel hemû, li dijî zîhniyeta piyon a emperyalîzmê, qirkirin û qetlîamê, divê li cem xwerêveberiyên ku rûmeta mirovahiyê temsîl dikin, cih bigirin. Wkee partî em li cem vê pêngava şoreşgerî ne û bang li tevahiya gelê xwe yê Asûrî-Suryanî-Keldanî dikin ku destekê dibin vê pêngava şoreşgerî. Ji raya giştî ya cîhanê jî em dixwazin ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne û zextê bike ku di nava şert û mercên wekhev de muzakereyên bi Birêz Ocalan re destpê bikin.

Dema tevlîheviya Rojhilata Navîn were nirxandin, tê dîtin ku faşîzma dewleta Tirk rola sereke dilîze. Hêzeke din jî li van rolên qirêj zêde bûye. Vê carê leşkerên xwe, bi rêya PDK'ê ji bo dagirkirinê biriye herêma Başîka ya Mûsilê. Êzidî, Asûrî û gelên din ên li vê herêmê dijîn, vexwendîname neşandin ji dewleta Tirk re. Hînê duh bû ku DAIŞ a destekê ji dewleta Tirk werdigire li Mûsilê qirkirin û komkujî kir. Komkujiya li Til Temirê ji vê cuda nîne. Erdogan û rêveberiya wî ya faşîst bêyî fedî bike dibêje ku ew ji bo ewlekariyê çûye. Lê bi zelalî nabêje ji bo ewlekariya kê? Dewleta Tirk ji bo gurûha DAIŞ'ê li ser piyan bigire û li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd bêhtir aktîf bike, ketiye herêma Mûsilê. Bê guman ev yek bi awayekî vekirî dagirkerî ye. Divê nerazîbûna li hemberî vê dagirkeriyê ku nerazîbûneke mafdar e, bi her awayî were nîşandan. Divê dewleta Tirk ji nava xaka Iraqê bê qewirandin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk ku çavkaniya pirsgirêkan e êdî têk çûye û hat ragihandin ku ev têkçûn ji bo herêmê xêr e. Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê destnîşan kir ku alternatîfa pirsgirêkên li herêmê, rêbaza têkoşîna yekîtiya demokratîk a gelan ku bi pêşengiya gelê Kurd tê meşandin e û got, "Di herikîna dîrokê de timî yên li hemberî zilmê li ber xwe dan, dîrokek bi rûmet nivîsandin."