Operasyonên qirkirina siyasî: 2 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdîn û Wanê 2 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin. Li Giyadînê jî tîmên taybet ên Tirk provokasyon kirin û 3 kes girtin binçavan û berdan.

Hikûmeta AKP'ê, tevî qetilkirina sivîlan operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî li Bakurê Kurdistanê didomîne.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ku "qedexeya derketina derve" ya cara 6. hatiye ragihand, di roja 6. de dewam dike, duh bi şev 2 jê rojavayî 3 zarok hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku li kolana 27 Mayisê Ahmed Mûsa (13) û Mehmed Mûsa (14) ên ji Rojavayî tevî zarokekî navê wî nehat zanîn, ji aliyê tîmên tevgera taybet ên Tirk ve hatin binçavkirin û ew birin Şaxê Ragirtina Zarokan a Midûriyeta Emniyeta Nisêbînê.

WAN

Li navçeya Artemêtan a Wanê, di serdegirtinên li taxa Suphanê de 6 welatî hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de xwendekarên lîseyê yên bi navê Diyar Kaya, Nazmî Babat û Muaz Babat û welatiyên bi navê Ozcan Çetîn, Ahmet Turgut û Vedat Îşnaz hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Emniyetê ya Wanê. Li navçeya Îpekyoluyê jî di saetên sibê de li taxa Seyrantepeyê di serdegirtina malê de birayên bi navê Mesut û Azad Yilmaz jî hatibûn binçavkirin.

AGIRÎ

Li Giyadîn a Agiriyê bi sedan tîmên taybet ên sewqî navçeyê hatine kirin, li pey provokasyonan e. Duh êvarê, tîmên taybet bi çekan li navenda navçeyê kontrola nasnameyan kir. Tîmên taybet danê sibehê jî di hewldanên provokatîf berdewam kir û car din li navendê kontrola nasnameyan kir. Tîmên taybet di heman demê de heqaret jî li gel kirin û 3 ciwanên bi navê Ahmet Yaşar (25), Şeref Kartal (32) û Mazlûm Kaya (19) yên nerazîbûn nîşanî heqaretan dan binçav kirin. Her 3 ciwan, piştî îfadeya li emniyetê serbest hate berdan.