Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li ser piyan e

Li her devera cîhanê, polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê tên şermezarkirin. Di van çalakiyên ku lenet li AKP'ê hat anîn de, berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin.

Li her devera cîhanê, polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê tên şermezarkirin. Di van çalakiyên ku lenet li AKP'ê hat anîn de, berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin.

Li bajarê Awûstûrya Grazê, jinên Kurd saet di 17:00 de li Herrengasseyê devê xwe bi banta reş girê dan û bi hilgirtina wêne û dowîzan terora dewleta Tirk şermezar kirin. Jinan li ser komkujiyên AKP dike, belavok li derdorê belav kirin û banga beşdariya meşa saet 18:00 a îro li Grazê bê lidarxistin kirin.

Li bajarê Hollanda Den Haagê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinên Kurd li Hollandayê, erîşên topyekûn ê dewleta Tirk, li ber parlamentê hatin şermezarkirin. Îro jî wê saet di navbera 14:00-17:00 de li be avahiya Şaredariya Den Haagê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

Li bajarê Arnhemê jî wê li navnîşana Velperbuitensingel 25, saet di 14:00 de meş û mîtîngek wer elidarxistin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, saet di 20:00 de li Haûptbahnhofê çalakî lidar xistin û berxwedasna li Kurdistanê silav kirin. Îro jî wê saet di 15:00 de li Haûptbahnhofê mîtîngek were lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Gîessenê, Meclîsa Jinê saet di 15:00 de li Marktplatzê çalakiyek lidar xistin û bang li raya giştî ya Elman hat kirin ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin. Jinan ragihandin ku heta komkujî bi dawî bibin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Meclîsa Jinê ya Roza li bajarê Elmanya Darmstadtê, saziyên civakî yên sivîl, CDU, SPD û Darmstadt Echo izyaret kirin û li ser komkujiyan dosya pêşkêşî wan kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê jî wê îro saet di navbera 14:00-16:00 de li ber parlamentê çalakî bê lidarxistin û roja 21'ê Kanûnê jî dosya pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Elmanya were kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Norwêc Oslo dijîn, ji bo şermezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û destekkirina xwerêveberiyan wê îro saet di 16:15'an de li ber Stasyona Trenê ya Oslo bicivin.

Li bajarê Awûstralya Sydneyê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li Martîn Place û li ber qenala televîzyonê ya Kanal 7 çalakî hatin lidarxistin.

...