Li Duren, Mannheîm û Freîbûrgê dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarên Elmanya Duren, Mannheîm û Freîbûrgê, terora dewleta Tirk bi çalakiyan hat protestokirin.
Li bajarên Elmanya Duren, Mannheîm û Freîbûrgê, terora dewleta Tirk bi çalakiyan hat protestokirin.
Li bajarên Elmanya Duren, Mannheîm û Freîbûrgê, terora dewleta Tirk bi çalakiyan hat protestokirin.
DUREN
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanya Durenê dijîn, terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê şermezarkirin. Bi vê armancê, bi beşdariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, MLKP û dostên Kurdan, li Keîserplatzê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku belavok li ser mijarê hatin belavkirin de li ser navê Mala Gel a Kurd a Aachenê Fîzan Geçer peyivî û da zanîn ku têkoşîn û berxwedana 30 salan bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin.
Di axaftina li ser navê MLKP'ê de hat ragihandin ku xendek qadên berxwedanê yên gel e, ku li dijî zilmê ji bo azadiyê hatine afirandin.
Nûnerê FEDA yê NRW Alî Riza jî da xuyakirin ku bi awayekî zelal û li pêş çavan hewl tê dayîn li Kurdistanê qirkirin were kirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, mîtîngek organîze kirin. Di çalakiya ku dirûşmên "Amed wê ji AKP'ê re bibe goristan" hatin qîrîn de, pankarta bi nivîsa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratî Cano Yildiz daxuyanî da û bang li hemû Kurd, sosyalîst, Elewî û alîgirên azadiyê kir, ku mîna pêvajoya Kobanê xwedî li Amedê derkevin.
FREÎBÛRG
Terora dewleta Tirk li bajarê Freîbûrgê jî hat şermezarkirin. Di çalakiya ji aliyê Komuna Jinê ya Nûda ya Navenda Civaka Demokratîk a Freîbûrgê ve hat organîzekirin de, ji Antîfa, Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lahr, Ciwanên Azad û MLPD de pênc sed kes beşdar bûn.
Girseya gel a li Konrad Adenaûer Platzê li hev civiya, bi qîrîna dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Çalakî li ber avahiya Şanoya Bajêr a Freîbûrgê bi dawî bû.
Piştî meşê, komek ji jin û ciwanan Stasyona Trenê ya Freîbûrgê dagir kirin. Çalakiya li vir jî bi qasî saetekê dewam kir û piştî xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû.