Li Cizîrê kesekî din bi giranî birîndar bû

Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, kesekî 25 salî ji ber topa çekdarên dewleta Tirk li mala wî ket bi giranî birîndar bû.

Hêzên dewleta Tirk ên ji wan nayê berxwedana xwerêveberiya gel bişikînin, topan diavêjin taxan. Tankên li Kolana Cafer Sadik bi cih bûn, top avêtin taxa Cûdî. Ji ber guleyek topê li mala wî ket, kesekî 25 salî ku navê xwe nehat hînbûn bi giranî birîndar bû.

Xaniyê ku top lê ket, ket rewşeke welê ku nema karibe bê bikaranîn. Kesê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.