YPG'ê nasnameyên 2 şervanên xwe aşkera kir

YPG'ê nasnameyên du şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameyên du şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna Jiyan û Selîm bi hezaran hevrêyên me ji dil bi Rojava re bûn yek. Ji bo hovîtiyê bisekinînin û avê bidin şitlên mirovahiyê, bi wêrekî li ber xwe dan. Germaniya tilîliyên wan ên di govenda azadiyê de, li gelemperiya Kobanê belav bû. Di şexsê hevrê Jiyan û Selîm de em soz dikin ku heta dawiyê em ê govenda wan a azadiyê bigerînin û têbikoşin."

Nasnameyên her du şervanan bi vî rengî ne:

Nasnav: Jiyan Berxwedan
Nav û paşnav: Bîrcan Dogan
Navê dê û bav: Îdî-Şehmûz
Cih û dema ji dayikbûnê: Mêrdîn/Çiyayê Mazî - 1992
Dem û cihê şehadetê: 01.10.2014/Kobanê

Nasnav: Selîm Mêrdîn
Nav û paşnav: Bayram Kiliç
Navê dê û bav: Zozan-Hasan
Cih û dema ji dayikbûnê: Mêrdîn/Nisêbîn - 1987
Dem û cihê şehadetê: 01.10.2014/Kobanê

...