'Divê Elewî li dijî komkujiyan xwe biparêzin'
Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku ku di dema dawî de deriyên malên Elewiyan ji nû ve tên işaretkirin û destnîşan kir, ku xeteriya komkujiyeke fîzîkî heye.
Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku ku di dema dawî de deriyên malên Elewiyan ji nû ve tên işaretkirin û destnîşan kir, ku xeteriya komkujiyeke fîzîkî heye.
Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku ku di dema dawî de deriyên malên Elewiyan ji nû ve tên işaretkirin û destnîşan kir, ku xeteriya komkujiyeke fîzîkî heye.
Afşîn di hevpeyvîna xwe ya ji bo ANF'ê de, ji ber 37. salvegera Komkujiya Mereşê got, "Ez hemû şoreşger û gelê me yê welatparêz ê di vê komkujiyê de hatin qetilkirin, bi rêzdarî bibîr tînim. Yên ev komkujî pêk anîn jî şermezar dikim." Afşîn ragihand ku her çend 37 sal jî di ser re derbas bûbe hînê qetlîamker nehatine darizandin û sûcdar nehatine cezakirin.
'GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE'
Afşîn da zanîn ku komkujî û êrîşên li hemberî Elewiyan bi rengekî cuda dewam dikin û got, "Komkujî ne ji aliyê fîzîkî, ji aliyê çandî ve tê meşandin. Lê belê li ser xwerêveberiyên li Kurdistanê hem komkujiya fîzîkî hem jî ya çandî tê ferzkirin. Di demên bihurî de li hemberî va komkujiyan gel zêde rêxistinî nebû. Lê belê bi demê re ev rêxistinbûyîn afirî û niha gel xwedî li vîna xwe derdikeve. Xeteriya komkujiyê a li ser Kurdan û bawermendên Elewî hînê ji holê ranebûye. Ev xeteriya komkujiyê roj bi roj xwe bi rêbaz û rengên cuda nîşan dide. Mînaka xwe ya dawî êrîşên DAIŞ'ê bû. Dema ji aliyê Elewiyan ve were nirxandin, rîska kuştina li ser navê ol, di rojevê de ye. Işaretên gelekî xurt hene ku êrîşên li ser navê ol û êrîşên li dijî azadiyan wê ji niha û pê ve jî bidomin."
Afşîn da xuyakirin ku AKP nûnerekî DAIŞ'ê ye û destnîşan kir yek ji hêzên hewl didin Kurdan qetil bike ye.
Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku niha li Semsûrê işaret li gelek malan tê kirin û got, "Li cihên ku Elewî-Sûnî bi hev re dijîn, mal tên işaretkirin. Hewl didin bêjin; hûn hînê mehkûmî komkujiyan e, qedera we qetilbûyîn e. Bi psîkolojiyeke tirsê re dixwazin Elewiyan timî bimelisînin. Lê belê Elewî bêçare nînin, Kurd bêçare nînin. Li Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê bi vîna gel dewam dike. Eger ev yek roj bi roj bi pêş dikeve, ji bo Elewiyan jî ev derbasdar e. Di dema komkujiya Mereşê de Elewî ji bo karibe xwe vebêjin, xwedî rêxistinbûyîneke xurt nebûn. Lê îro Elewî û Kurd xwedî sazî, partî û rêxistinbûyînên xwe ne. Girîng e Elewî di çarçoveya vê rêxistinbûyînê de bibin yek. Bi afirandina rêxistinbûyîna xwe re dikarin pêşî li gefa komkujiyê yên gengaz bigirin."
'QIRKIRINA ÇANDÎ DI ROJEVÊ DE YE'
Afşîn ragihand ku di rewşa heyî de zemîna komkujiyên fîzîkî nîne, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê careke din rû nede. Afşîn got, "Li hemberî Elewiyan bi taybetî xeteriya komkujiya qirkirinê heye, ku ev yek jî bi dûrxistina Elewiyan ji nirxên jiyanê û baweriya xwe tê kirin. Taybetmendiya bingehîn a Elewiyan çi bû; berxwedana li dijî neheqiyê, redkirina zîhniyeta yekperest û jiyana bi nirx û baweriya xwe ye."
Afşîn da zanîn ku ew bi hêzeke dewletê ya naxwaze demokrasî bi pêş bikeve re rû bi rû ne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li hemberî vê yekê girîng e têkoşîn bê meşandin. Rêxistinbûyîn gelekî girîng e. Pêwîste her hêz û bawerî xwe bi rêxistin bikin. Gelekî girîng e ku xwe biparêzin. Ji ber ku me li Mereşê dîtin. Yên hatin qetilkirin her tim li bendê bû ku dewlet wan rizgar bikin, ji dewletê bawer dikirin. Lê belê yê komkujî kir dewlet bi xwe bû. Ev zîhniyet îro jî li ser kar e, lewma em nikarin ji dewletê hêvî bikin. Girîng e tevlîbûn li avakirina neteweya demokratîk bê kirin."
Afşîn bibîr xist ku Elewî li gelek deverên cîhanê belav bûne û destnîşan kir ku divê Elewî berê xwe bidin welatê xwe. Afşîn got, "Şert û merc ji bo vê guncaw in. Hişmendiya ku van mercan biafirîne heye. Di vî warî de bêguman divê rêxistinbûyîn were kirin û ji bo avakirina neteweya demokratîk li welatê xwe, tevlîbûneke aktîf bê kirin. Ancax bi vî rengî em dikarin pêşî li komkujiyan bigirin. Bi vî rengî garantiya jiyana azad dikare were afirandin."