BI DÎMEN

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gelê Êlihê kirin

Li Êlihê, bi armanca şermerzarkirina "qedexeyên derketina derve" bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariyê civiyan û ber bi Kolana Diyarbakir ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk bi TOMA'yan êrîşî gel kirin. Li bajêr şer heye.

Bi armanca şermezarkirina "qedexeya derketina derve" ya li navçeyên Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê, bi hezaran kes li Êlihê meşiyan. Bi hezaran Kurdistaniyên li ber avahiya Şaredariyê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "PKK Tolhildan", "Bijî berxwedana Sûrê", "Bijî berxwedana Botanê", "Bijî Serok Apo" ber bi Kolana Diyarbakir ve meşiyan. Rêyên li aliyê avahiya Şaredariyê bi TOMA'yan li çûn û hatin girtin. Ji maşînên zirxî anonsên 'em ê we bieciqînin' hat kirin. Li ser vê yekê parlamenter û rêveberên HDP'yî bi polîsan re hevdîtin kirin û dûre girseya gel çalakiya rûniştinê pêk anî.

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin û li ser vê yekê şer derket.

Rewşa aloz a li bajêr dewam dike. Polîsên Tirk kî dikeve ber digirin binçavan.

...