Pira westmînster a Londonê li çûn û hatinê hat girtin

Bi armanca şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li paytexta Îngilîstan Londonê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.

Bi armanca şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li paytexta Îngilîstan Londonê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin. Piştî ku li ber avahiya Serokwezaretiyê daxuyaniyek hat dayîn, çalakgeran berê xwe dan pira Westmînster û rêya li vê derê ji her du aliyan ve ji bo demekê li çûn û hatinê girtin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk bi taybetî êrîşên li Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Farqîn û Kerboranê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, danê êvarê li ber avahiya Serokwezaretiyê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Girseya gel a li ber avahiya Serokwezaretiyê li hev civiya, bi qîrîna dirûşmên li dijî dewleta Tirk xwestin, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê tavilê bên sekinandin. Çalakgeran bang li hikûmeta Qraliyeta Yekbûyî kirin û xwestin, ku li hemberî binpêkirina mafên mirovan û komkujiyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bêdeng nemîne.

Girseya gel pankartên bi nivîsa "Li dijî dagirkeriyê bijî xweseriya demokratîk" û "Artêşa Tirk li bajar û sivîlên Kurd dixe" vekir û piştî daxuyaniya çapemeniyê ber bi avahiya parlamentê ve meşiya. Çalakgeran di rêya ber bi parlamentê de li ser pira Westmînster çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê ji her du aliyan ve li çûn û hatinê girtin. Ji ber çalakiyê gelek wesayît li ser rê sekinînin û gelek belavok hatin belavkirin.

Çalakiya rûniştinê piştî wextekê bi dawî bû. Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê jî wê roja Yeşmeê saet di 13:00 de li Harîngey Cîvîc Centre, meşeke girseyî pêk bîne.

...