Gelê Başûrê Kurdistanê: Li dijî tecrîdê divê em 24 saetan çalakiyan lidar bixin
Gundiyên Anana yê Daqûqê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin, "Divê gelê Kurd li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Ji ber ku tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser gelê Kurd e."
HÊVÎDAR RIZGAR
KERKÛK / ANF
şemî, 19 berfanbarê 2015, 10:00
Gundiyên Anana yê Daqûqê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin, "Divê gelê Kurd li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Ji ber ku tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser gelê Kurd e."
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD, AZADIYA RÊBER APO YE'
Mamoste Rehmî Seîd diyar kir ku tecrîd ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û got, "Weke welatparêzekî Kurd, tecrîda li ser Rêberê me bi tundî şermezar dikim. Ev 9 meh in destûr nayê dayîn ku hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin û ji sala 2011'an û vir ve parêzer nikarin wî bibînin. Em bi awayî nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Dewleta Tirk bi awayekî bênamerdî, sûc li dijî mirovahiyê dike."
Seîd ji bo azadiya Ocalan bang li hemû Kurdan kir û got, "Ji bo azadiya Rêbere me, divê her kes li refên têkoşînê bicivin. Weke gelê Kurd divê em helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin. Bêdengî erêkirina tecrîdê, meşandina têkoşînê jî pêkanîna azadiay Rêberê me ye."
'BÊDENGÎ MIRIN E, EM BÊDENG NEBIN'
Mehemed Remezan jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Bila her kes vê baş bizanibe; Rêber Apo bi tenê şexsek nîne. Ew nûnerê tevahiya gelê Kurd e. Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li cem Rêber Apo ye. Bila kes nebêje em vê tecrîdê qebûl dikin. Ti kes nikare me hînî pêkanînên hovîtiyê bike. Lewma li her derê divê weke gel em ji bo azadiya Rêberê xwe dengê xwe bilind bikin."
'JI BO AZADIYA RÊBERÊ ME, 24 SAETAN EM DAKEVIN QADAN'
Aram Qasim Mehemed jî da zanîn ku heta rabûna tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes li her cihê lê ye rabe ser piyan û got, "9 meh in em agahiyê ji Rêberê xwe wernagirin. Bi rûniştina li malên xwe re em nikarin tecrîda dewleta Tirk li hemberî Rêberê me dimeşîne, rakin. Ev yek xeflet e. Lewma divê em 24 saetan çalakiyan lidar bixin. Gelê me bi taybetî jî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê dawî li vê rewşa xwe ya bêdeng bîne û her derê veguherîne qada çalakiyê. Heta ku Rêberê me azad nebe, Kurdekî bi tenê jî azad nabe."