Di çalakiya Elewiyan a li Parîsê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin

Li paytexta Fransa Parîsê, Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal şeveke piştgiriyê lidar xist.

Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal a Parîsê ku di bin sîwana Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) ve dixebite, li şevek piştgiriyê lidar xist. Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

Hevseroka FEDA Bemal Ozdemîr di axaftina vekirinê de ragihandin ku meha Kanûnê meha komkujiyan e û bal kişand ser komkujiyên Mereş, Roboskî, 19'ê Kanûnê û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê. Ozdemîr got, "Em ê li cem gelên teslîm nabin, gelên li ber xwe didin bin."

Hevserokên Dergaya Pîr Sûltan Abdal a Parîsê Îsmaîl Demîrdelen û Husniye Kuçukkeleş jî diyar kir ku AKP li hemberî Kurdan polîtîkaya komkujiyê dimeşîne û gotin, "Li dijî zaliman em ê li cem mazlûman bin."

Siyasetmedarê Kurd nivîskar Fûat Kav û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan di şevê de axivîn. Kav berxwedana xwerêveberiyan silav kir û got, "Gel serî na tewîne, wê ne tewîne. Serketin wê ya gelên mezlûm be."

Dogan jî ragihand ku gelê Kurd xwe diparêze û destnîşan kir ku xweparastin mafê herî însanî û xwezayî ye.

...