Koç: Divê em li dora şoreşa xweseriya demokratîk a Bakur bicivin

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç got, "Pêwîste 3 parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê, li dora şoreşa xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê bicivin."

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç got, "Pêwîste 3 parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê, li dora şoreşa xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê bicivin."

Koç diyar kir ku Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn li bendê bû bi dest nexist û anî ziman, ku dewleta Tirk ji bo ji krîza siyasî ya li Iraqê û krîza li Sûriyeyê ya 5 sal in dewam dike encamekê werbigire, bi her awayî destek da komên terorîst.

Koç ragihand ku serkêşiya van komên terorîst jî DAIŞ û El Nûsra dikin û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya van komên terorîst dixwaze şoerşa Rojava beralî bike. Koç da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkaya Misakî Mîllî de ji Rojavayê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê, ji Kerkûkê heta Mûsilê tevahiya vê herêmê weke wîlayetên Osmanî dibîne û got, "Li hemberî destketiyên Kurdistanê şerekî bêeman dimeşîne. Hedefa destpêkê ya vî şerî em Kurd in."

'DEWLETA TIRK XWESERIYA DEMOKRATÎK QEBÛL KIRIBÛ'

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç diyar kir ku dewleta Tirk di heman demê de hewl dide li pêşiya azadiya Kurdan bibe asteng û got, "Mesele ne mesele û şerê Kurd-Tirk e, mesele şerê demokrasî û antî demokrasî ye. Tirkiye bi vê dizane, ji ber vê yekê li Bakurê Kurdistanê şerê înkarê dimeşîne.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, pêvajoya muzakereyê ya sê salên dawî di nava her şert û mercî de bi gavên mezin ên siaysî re hewl dide veguherîne demokrasiya Tirkiyeyê. Dewletê hewl da nîşan bide ku tevlî vê dibe, lê piştre rastî derket holê. Derket holê ku dewlet naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Çend ji xalên di Mutabaqata Dolmabahçeyê de cih girtin, ji xwe xweseriya îro li Bakurê Kurdistanê di meriyetê de ye. Esasê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê çi bû? Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana xweser bû. Lê belê ev soz bi cih nehat anîn."

Hevseroka KNK'ê Koç da xuyakirin ku ev pêvajoya muzakereyê pêvajoyeke xurt a têkoşînê bû û got, "Pêvajoyeke têkoşîna siyasî bû. Di vir de yê bi ser ket, aliyê Kurd bû. Jİ ber ku bi rastî jî karakterê dîktatoryal ê dewletê derxist holê. Dewletê soza xwe bi cin neanî. Lewma bi destketiyên ku gelê me li Bakurê Kurdistanê îro bi berdêlên mezin bi dest xistiye, bi taybetî serketin gelê Kurd e. Ji ber ku dewletê ewilî qebûl kir, piştî makseya xwe ket û rastî derket holê, siyaseta xwe ya li ser dijminatiya li Kurdan, dewam kir."

'AKP WÊ LI DADGEHA NAVNETEWEYÎ BÊ DARIZANDIN'

Koç bal kişand ser girîngiya siyaseta neteweyî ya Kurdan a di vê demê de were meşandin û destnîşan kir, ku divê ev siyaseta neteweyî li ser bingeha antî-AKP were meşandin. Koç diyar kir ku divê ev siyaset ji bo AKP'ê ber bi dadgehên navneteweyî bê dehfdan, bê meşandin.

Koç da zanîn ku Bakurê Kurdistanê ji bo 3 parçeyên din xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, "Çareseriyek li wê derê bê peydakirin, ku destketiya niha ya gelê me xweserî ye, wê bibe destketiya her 3 parçeyan. Ji ber ku ya niha li hemberî hemû parçeyên Kurdistanê şer dimeşîne, dewleta Tirk e."

'XWEDÎDERKETINA LI BAKUR, MESELEYEKE NETEWEYÎ YE'

Koç da xuyakirin, ku ji bo dewleta Tirk bê qelskirin û demokratîkkirin divê Kurdistan hemû rabe ser piyan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku ev yek wê bibe destketiyên girîng û bike ku bêhn bê ber Rojhilata Navîn. Bêîstikrarkirina Kukrdistanê tê wateya bêîstikrarkirina Rojhilata Navîn. Tirkiye niha hewl dide eniyeke Sûnî ya dijberiya Kurdan ava bike. Ev yek bandorê li herêmê dike. Çawa ku sê parçeyên din ji bo Kobanê rabûn ser piyan, niha jî sê parçe divê ji bo Sûr a Amedê, Nisêbîn, Kerboran, Cizîr û Kobanê rabe ser piyan. Ev yek meseleyek neteweyî ye. Ev yek ne mijareke bi tenê li ser çend bajarên parçeyekî ye. Têkoşîna îro li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, diyarkirina çarenûsa gelê Kurd e."

'GIRÎNG E HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ JI BO BAKURÊ KURDISTANÊ RABIN SER PIYAN'

Koç bal kişand ser girîngiya kombûna hemû parçeyên din ên Kurdistanê li dora Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê şoreşa li wê derê weke pêşeroja Kurdistanê bê dîtin. Koç diyar kir ku serketina şoreşa li Bakurê Kurdisatnê serketina li parçeyên din ê Kurdistanê ye.

Koç got, "Weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em dibêjin; Ji Mahabad heta Hewlêrê, Silêmaniye û Qamişlo divê her kes li dora Bakurê Kurdistanê bicivin. Xweseriyên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê, divê em bi raya giştî ya Tirkiyeyê bidin qebûlkirin. Em ê bi ser bikevin. Hêzênnavneteweyî di wê baweriyê de ne ku Kurd bi çareseriyên xwe yên maqûl re yekane hêza dikare herêmê demokratîk bike ye."

Koç destnîşan kir ku ew bawer in wê şoreşa li Bakurê Kurdistanê bi ser bikeve û got, "Ji ber ku li Rojava me ev bi ser xist. Li Bakurê Kurdistanê tecrûbeyeke xurt û kûr a şoreşê heye. Lewma divê 3 parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê li dora şoreşa xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê bicivin."