Ciwanên Kurd ên li Ewropayê çalakiyên xwe zêde dikin

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin.

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin. Di çalakiyan de berxwedana gel hat silavkirin.

BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê, endamên Ciwanên Azad çalakiya dagirkirinê lidar xistin. Bi dehan ciwanan, nûnertiya navendî ya Baselê ya rojnameya '20 Minuten' dagir kirin. Ciwanan ji raya giştî ya Ewropayê xwestin ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, bêdeng nemîne. Ciwanan destnîşan kirin ku eger rewş bi vî rengî dewam bike, ew ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî zêde bikin.

ST. GALLEN: Li kantona St. Gallen a Swîsreyê bi dehan kes bi pêşengiya DEM-KURD û Ciwanên Azad, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk li stasyona trenê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Çalakgeran di dema çalakiyê de li ser terora dewleta Tirk belavok belav kirin û banga hişyariyê kirin. Hevserokê DEM-KURD'ê Riza Kilinç di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî têk neçe û serî li ber kesî netewîne.

CHÛR: Li kantona Chûr a Swîsreyê, bi pêşnegiya Ciwanên Azad û Tevgera Jinê li stasyona trenê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û terora dewletê hat protestokirin. Di çalakiya ku bi dehan kes beşdar bûn de pankart bi nivîsa "Kujer Erdogan" hat vekirin û belavokên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Elmanî hatin belavkirin.

KOLN: Ciwanên Kurd ên li bajarê Elmanya Kolnê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan. Ciwanan dan xuyakirin ku li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê, çalakiyên wan ên rewa wê bidomin.

STÛTTGART: Endamên Ciwanên Azad li bajarê Elmanya Stûttgartê bi dirûşma "Xwedî li kolanan derkeve, dengê xwe tevlî dengê Bakur bike" kon vedan û çalakî lidar xistin. Ciwanan di daxuyaniya li vê derê de hemû welatên Ewropa û NATO yên li hemberî komkujiyên AKP dike bêdeng dimînin, şermezar kirin û destnîşan kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan were rakirin û komkujiyên li hemberî gelê Kurd bên bidawîkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û hesab ji faşîzmê bipirsin. Çalakî wê her roj di navbera saet 14:00-21:00 de bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

FREÎBÛRG: Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, endamên Ciwanên Azad Freîbûrg-Lahr, ji bo destekkirina berxwedana li Kurdistanê çalakî hat lidarxistin. Endamên tevgera ciwanan diyar kirin ku ew xendek û çeperan silav dikin û bang li ciwanên Kurd kir ku hîn bêhtir beşdarî vê pêvajoyê bibin.

DARMSTADT: Li bajarê Elmanya Darmstadtê, kolana herî qelebalix a bajêr ji aliyê YXK'ê ve li çûn û hatinê hat girtin. YXK'yiyan banga xurtkirina berxwedan û çalakiyan li ciwanên Kurd kirin û berxwedana li Kurdistanê silav kirin.

...