Li hemberî êrîşan berxwedana li Cizîrê gav bi gav mezin dibe
Êrîşên çekdarên dewleta Tirk ên bi tank û topan ên li hemberî taxên Cizîrê dewam dikin. Kurdistaniyên li hemberî êrîşan herikîn kolanan jî, berxwedana xwe mezin dikin.
Êrîşên çekdarên dewleta Tirk ên bi tank û topan ên li hemberî taxên Cizîrê dewam dikin. Kurdistaniyên li hemberî êrîşan herikîn kolanan jî, berxwedana xwe mezin dikin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, leşker û polîsên Tirk ên ji wan nayê berxwedana gel a xwerêveberiyê bişikînin, bi tank û topan êrîşî taxan dikin. Li Taxa Cûdî ji ber topa li mala wî ket, kesek bi giranî birîndar bû. Bi dijwarbûna êrîşan re bi sedan kes li Taxa Cûdî daketin kolanan û bi qîrîna dirûşmeyan dest bi çalakiya protestoyî kirin. Kurdistanî dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Zext nikarin bi me" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" diqîrin û li ber xwe didin. Êrîşên bi topan ên çekdarên dewleta Tirk jî dewam dikin.
Di vê navberê de li Taxa Nûrê ji ber topbaranê gelek xaniyan xisar dîtin. Li 5 malan şewat derket. Ji ber êrîşên giran û topbaranê, şewat jî nikare bê vemirandin.