KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parlamenter Çelîk bi tena serê xwe barîqat derbas kir
Parlamenter, rêveberên partiyê HDP'yî û hevşaredarên DBP'yî, ji bo biçin Cizîra Botan a ji aliyê dewletê ve hatiye dagirkirin, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk bi tena serê xwe barîqat derbas kir û dest bi meşê kir. -
Hevşaredarê Nisêbînê: Em li ber xwe bidin; wê AKP’e tine bibe
Hevşaredarê Nisêbînê Gok, diyar kir ku AKP’e bi qetilkirinê dixwaze Kurdan bitepisîne. Gok bi bîr xist ku AKP’ê ciwanekî Rojavayî qetil kir, da xuyakirin ku polîtîkayên qetlîamê wê qutbûnê bi xwe re bîne. -
Sariyildiz: Eger berxwedan mezin bibe, wê AKP li dora maseyê rûnê!
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, dorpêçiya li Cizîrê ya piştî "qedexeya derketina derve" destpê kir, ji ANF'ê re nirxand. -
Li Amedê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin
Girseya ku ji bo şkandina dorpêça li ser Sûrê, ji Parka Rojava ya Kayapinarê ber bi Qeymeqamtiyê bimeşe, rastî êrîşa polîsan hat. -
Hêzên dewletê li Sûrê bombe avêtin malan: 2 jê giran 7 birîndar
Hêzên dewleta Tirk ên bi dijwarî êrîşî Sûrê dikin, bombe avêtin 3 malan. Di vê êrîşa bombeyî de, li yek ji van malan 2 jê giran 7 kesên ji malbatekê birîndar bûn. -
Wezîfedarê Erka Xweparastinê Husam jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê diyar kir ku wezîfedarê Erka Xweparastinê yê bi navê Hesen Husam jiyana xwe ji dest daye. -
Xwendekarên Zanîngeha Artûklû: Em ê li hember qetlîamên AKP’ê bê deng nemînin
Xwendekarên Zanîngeha Artûklû polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê protesto kirin. -
Parlamenterên HDP'yî li Şirnexê rastî destwerdana hêzên dewletê hatin
Parlamenter, rêveberên partiyê HDP'yî û hevşaredarên DBP'yî, ji bo biçin Cizîra Botan a ji aliyê dewletê ve hatiye dagirkirin, ji Şirnexê bi rê ketin. Lê belê li pêşiya bajêr rastî destwerdana hêzên dewletê hatin. -
Li Silopiyayê tîmên taybet avahiya şaredariyê dagir kirin
Hêzên dewleta Tirk avahiya şaredariyê dagir kirin, li qatên jor ên avahiyê tîmên taybet bi cih kirin. -
Meclîsên Gel ên Silopiya û Cizîrê: Berxwedana me mezin dibe; xwedî lê derkevin
Nûnerên Meclîsên Gel ên Cizîr û Silopiyayê dan xuyakirin ku ew ê berxwedana xwe mezintir bikin û banga destekê kirin. Nûneran diyar kirin, ku hêzên dewletê nikarin bikevin taxên xwerêveberî lê hene. -
Bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ ve berxwedana li Ewropa didome
Li dijî terora hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê, li Ewropa çalakî didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. -
Êrîşên li Sûrê dewam dikin: 1 jê giran 2 kes birîndar bûn
Li Sûrê ku dorpêçiya dewleta Tirk dewam dike, di êrîşan de yek jê giran 2 kes birîndar bûn. -
Êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin
Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hawan û tankan dewam dikin. Her wiha tevgera balafirên şer û kefşê jî didome. -
'Di nava 4 mehan de 26 zarokên Kurd hatin kuştin'
Li Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî terora dewletê zêde dibin. Saziyên perwerdeya demokratîk ên li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîş şermezar kirin. -
Li Kerboranê gel ji bo şikandina dorpêçiyê amadekariyan dike
Li Kerboranê, berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk dewam dike. Polîs li ber strana hilbijartinê ya AKP'ê êrîşî gel dikin. Gelê Kerboranê jî ji bo şikandina dorpêçiyê amadekariyan dike ku dakeve kolanan. -
Kobanê silav da berxwedana li Bakurê Kurdistanê
Bi armanca silavkirina berxwedana li Bakurê Kurdistanê, li diyarê berxwedanê Kobanê, ciwanan çalakî lidar xistin. -
Tu yê bi rê ve nebe, tu yê qebûl bike ku gel bi rê ve bibe-Cemîl Bayik
Bayik: Êdî ti mafê ti dewletê tine ye bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Tu nikare her mal, kolan û taxê bi rê ve bibe, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û ti yê vê qebûl bike. -
Dikan hatin girtin, dibistan hatin boykotkirin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li Cizîr û Silopiyayê û xwedîderketina li berxwedana gel, li Şirnex û navçeyên wê Hezex û Elkê esnafan dikanên xwe venekirin, xwendekaran jî dibistan boykot kirin. -
Dewleta Tirk bi 3 otobusan tîmên taybet şand Geverê
Dewleta Tirk, bi 3 otobusên polîsan ên zirxî re, tîmên xwe yên taybet şand Geverê. -
Gelê Amedê wê ji bo Sûrê bimeşe
Ji bo şikandina dorpêçiya 16 rojan a li navçeya Sûrê û xwedîderketina li berxwedanê, wê îro li Peyas, Rezan û Yenîşehîrê gel ber bi qeymeqamtiyan ve bimeşe. -
Encu: Êrîş zêde dibin, berxwedan mezin dibe
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku ji duh bi şev û vir ve êrîşên giran li Silopiyê tên kirin û got, "Lê belê wê bi ser nekevin û wê ji bajarên me bicehimin." -
Li Amedê ciwan û polîsan şer kirin
Li gelek taxên Amedê, li dijî terora dewletê ya li Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesek birîndar bû. -
Li Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edaletê
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edalet û ronahiyê hatin lidarxistin. -
TAYD-DER: Em ê li Îzmîr bi biryardarî bêjin 'Ji Ocalan re Azadî'
TAYD-DER'ê diyar kir ku wan li Îzmîrê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' dane destpêkirin û got, "Em ê li benda însafa AKP'ê nemînin. Em ê êdî vê daxwaza xwe veguherînin biryardariyeke civakî û daxwaza azadiya Ocalan bikin." -
Li Silopiyayê kesekî jiyana xwe ji dest da
Huseyîn Guzel (70) ê ku mala wî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat bombekirin, krîza dil derbas kir. Guzel jiyana xwe ji dest da.