Hêzên dewletê li Sûrê bombe avêtin malan: 2 jê giran 7 birîndar
Hêzên dewleta Tirk ên bi dijwarî êrîşî Sûrê dikin, bombe avêtin 3 malan. Di vê êrîşa bombeyî de, li yek ji van malan 2 jê giran 7 kesên ji malbatekê birîndar bûn.
Hêzên dewleta Tirk ên bi dijwarî êrîşî Sûrê dikin, bombe avêtin 3 malan. Di vê êrîşa bombeyî de, li yek ji van malan 2 jê giran 7 kesên ji malbatekê birîndar bûn.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîş û terora hêzên dewleta Tirk bi dijwarî dewam dike. Li Taxa Hasirli, hêzên dewletê bombe avêtin 3 malan.
Di vê êrîşa bombeyî de, li yek ji van malan 2 jê giran 7 kesên ji malbatekê birîndar bûn. Her wiha xisar li malan çêbûn. Tê gotin ku yek jê zarok rewşa 2 birîndaran giran e.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, piştî ku ev agahî jê re hat ragihandin li ekîbên tenduristiyê geriya, lê belê mîna her roj vê carê jî hêzên dewletê nehiştin ekîbên tenduristiyê bikevin nava navçeyê. Li ser vê yekê Yîgîtalp bi telefonê li rayedarên Walîtiyê geriya û agahî da wan. Lê belê heta niha destûr ji wezîfedarên tenduristiyê re nayê dayîn, ku biçin herêmê.