Wezîfedarê Erka Xweparastinê Husam jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê diyar kir ku wezîfedarê Erka Xweparastinê yê bi navê Hesen Husam jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê diyar kir ku wezîfedarê Erka Xweparastinê yê bi navê Hesen Husam jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê diyar kir ku wezîfedarê Erka Xweparastinê yê bi navê Hesen Husam di 15'ê Kanûnê de li gundê Elkan ê Til Temirê dema bi erka xwe radibû, ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Weke Fermandariya Giştî ya Erka Xweparastinê em bi rêzdarî bejan xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku em ê wezîfe û berpirsyariya xwe ya avakirina Sûriyeyeke Demokratîk û Azad a wan ji me re hiştine, bi cih bînin."
Nasnameya wezîfedarê Erka Xweparastinê yê jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî ye:
Nasnav: Hesen Husam
Navê dê û bav: Fatîme-Xalid
Dema destpêkirina wezîfeyê: 31'ê Gulana 2015
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Kanûna 2015 - Til Temir/Gundê Elkan