Li Silopiyayê kesekî jiyana xwe ji dest da

Huseyîn Guzel (70) ê ku mala wî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat bombekirin, krîza dil derbas kir. Guzel jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Başak a navçeya Şirnex Silopiyayê, Huseyîn Guzel (70) ê ku mala wî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat bombekirin, ji ber tirsê krîza dil derbas kir. Guzel jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşên giran, destûr nayê dayîn ku kesek xwe nêzî cenazeyê Guzel bike.

Tankên li herêma Dibistanên Seretayî yên 23 Nîsan, Gazî Paşa û Sevgî bi cih bûne, topan diavêjin taxên Başak û Yenîşehîrê.

Topên ji van tankan hatin avêtin li sê malên li derdora Dibistana Seretayî ya Gazîpaşa ketin. Ji ber topbaranê ev xanî bûn ku nema karibin bên bikaranîn.

Ji ber ku hêzên çekdar ên dewleta Tirk nahêlin ekîbên arkujiyê xwe bigihînin taxê, şewata li malan nayê vemirandin.