Êrîşên li Sûrê dewam dikin: 1 jê giran 2 kes birîndar bûn
Li Sûrê ku dorpêçiya dewleta Tirk dewam dike, di êrîşan de yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Li Sûrê ku dorpêçiya dewleta Tirk dewam dike, di êrîşan de yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Li navçeya Amed Sûrê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 16. de lê dewam dike, li hemberî êrîşên dijwar berxwedana gel didome.
Di êrîşên danê vê sibehê de 2 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li herêma Mizgefta Kûrşûnlû û Deriyê Mêrdînê, ji ber gulereşandinê 2 ciwan birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran e.
Ji ber ku destûr nayê dayîn ambûlans bikevin nava navçeyê, şêniyên navçeyê bi xwe hewl didin birîndaran derman bikin.