Li Amedê ciwan û polîsan şer kirin
Li gelek taxên Amedê, li dijî terora dewletê ya li Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesek birîndar bû.

Gelê Amedê duh êvarê jî li hemberî hewldanên komkujiyê yên hikumeta AKP'ê û ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan li kolanan bû. Ciwanên ku duh êvarê li gelek cihan daketin kolanan, bend danîn ser rêyan. Ji ber destwerdana polîsên Tirk, di navbera ciwanan û polîsan de şer derket. Yek ji van nuqteyan jî taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan e. Di bûyerên li vir derket de, ciwanê bi navê Mûhammed Aktagan (27) bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bû. Aktagan ê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li hemberî TOMA'ya li ber Navenda Polîsan a Rezan radiwestiya jî êrîşek pêk hat. Di encama êrîşa bombeyî de di wesayîtê de xisarek mezin çêbû.