Parlamenter Çelîk bi tena serê xwe barîqat derbas kir

Parlamenter, rêveberên partiyê HDP'yî û hevşaredarên DBP'yî, ji bo biçin Cizîra Botan a ji aliyê dewletê ve hatiye dagirkirin, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk bi tena serê xwe barîqat derbas kir û dest bi meşê kir.

Parlamenter, rêveberên partiyê HDP'yî û hevşaredarên DBP'yî, ji bo biçin Cizîra Botan a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ji Şirnexê bi rê ketin. Lê belê li pêşiya bajêr rastî destwerdana hêzên dewletê hatin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk bi tena serê xwe barîqat derbas kir û dest bi meşê kir. 

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Bûrcû Çelîk û Berdan Ozturk, tevî gelek rêveberên partiyê û Hevşaredarên Şirnexê re ji bo xwe bigihînin Cizîrê ji navenda Şirnexê bi rê ketin.Lê belê li pêşiya bajêr ji aliyê gelek leşker û polîsên tevgera taybet ên dewleta Tirk ve pêşî li wan hat birîn.

HDP'yiyan hewl dan ji benda astengiyê derbas bibin, rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk bi tena serê xwe barîqat derbas kir û dest bi meşê kir.Destwerdana li wekîlên din hînê jî dewam dike. Hêzên dewleta Tirk di vê êrîşê de gelek kes birîndar kirin.