Sariyildiz: Eger berxwedan mezin bibe, wê AKP li dora maseyê rûnê!

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, dorpêçiya li Cizîrê ya piştî "qedexeya derketina derve" destpê kir, ji ANF'ê re nirxand.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz got, "Desthilatdariya AKP'ê ya li ser Esma ya Misirî digirî, mamosteya qursa Quranê qetil kir." Sariyildiz ji gelan xwest, ku li dijî polîtîkaya komkujiyê ya AKP'ê derkevin.

Di "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Şirnex Cizîrê de, AKP bi 10 hezar leşker û polîsên xwe êrîşî gel dike.

Hêzên dewleta Tirk di êrîşên li hemberî Cizîrê de sivîlan qetil dikin; di navbera polîs-leşkerên Tirk û gelê Kurd de şerekî dijwar diqewime. Bi îlana xwerêveberiyan re gel bi biryardarî li taxên xwe dimîne.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, dorpêçiya li Cizîrê ya piştî "qedexeya derketina derve" destpê kir, ji ANF'ê re nirxand.

Sariyildiz diyar kir ku gelê Cizîrê bajarê xwe naterikîne û li hemberî desthilatdariya AKP'ê sekneke siyasî nîşan dide.

'BI TANKAN ÊRÎŞÎ TAXAN DIKIN'

Sariyildiz got, "Ev yek operasyoneke hevpar a Erdogan, hikûmeta AKP'ê û Daîreya Şerê Taybet e. Ji ber ku tê gotin ku bi 10 hezar leşker û tîmên taybet li Cizîr û Silopiyayê operasyon tê meşandin. Tê dîtin ku ev operasyon ji bo pêkanîna komkujiyê, tepisandin û bêdengkirina gel e. Lewma divê girîng bê dîtin. Bi taybetî, tevahiya hefteyekê ji bo gel bajêr biterikîne bingeheke xurt a psîkolojîk amade kir û piştre bi tankan êrîşî navçeyên Cizîr û Silopiyayê kir. Tank bi taybetî êrîşî malên li taxên qiraxa navçeyê dikin. Ji ber vê êrîşê şewat bi gelek malan ket. Malên ku digihêjin jî, ciwanan binçav dikin. Ji ber êrîşan gelek kes birîndar bûne."

'DESTHILTDARIYA KU LI SER ESMA YA MISIRÎ DIGIRÎ, MAMOSTEYA QURSA QURANÊ QETIL KIR'

Saryildiz da xuyakirin ku bi fermana desthilatdariya AKP'ê ya li ser Esma Misirî digirî re, mamosteya Qursa Quranê Hediye Şen hatiye qetilkirin û got, "Duh dayika 3 zarokan Hediye Şen a 30 salî, dema diçû tiwaleta li hewşa mala xwe, hedef hat girtin û hat qetilkirin. Ji ber ku sekvanên li jorê taxan bi cih bûne, mirovên li nava taxan xweş dibînin. Jinek dema diçe tiwaletê jî xatir ji hevserê xwe dixwaze û bi vî rengî dike. Bi misînê di destê wê de, dema diçe tiwaleta li hewşa mala xwe, tê qetilkirin. Ev jin, mamosteya qursa Quranê bû. Desthilatdariya AKP'ê ya li ser Esma ya li Misirê rondikan dibarîne, bi fermanên xwe re bû sedem ku mamosteyeke Quranê jiyana xwe ji dest bide. 3 zarokên wê yên biçûk jî sêwî ma. Ev bêexlaqiyeke mezin, munafiqî ye. Rastiya AKP'ê di vê hovîtiyê de jî tê dîtin. Divê gelê me vê baş bizanibe û bibîne. Em bi desthilatdariyeke qetlîamker re rû bi rû ne."

'EM DIKARIN AKP'Ê NEÇAR BIHÊLIN KU LI DORA MASEYÊ RÛNÊ'

Sariyildiz axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger gelê me têkoşîna xwe mezintir bike, wê hikûmeta AKP'ê neçar bimîne li dora maseyê rûne. Niha li bendê ye ku bi rêbazên komkujiyê re daxwazên rewa yên gelê me bêbandor bike. Lewma em bi endîşe ne ku di rojên pêş de hejmara miriyan zêdetir bibe. Eger ev polîtîkaya desthilatdariya AKP'ê were pûçkirin, ew ê neçar bimînin bi gelê me re li dora maseyê rûnên. Lê eger gelê me li hemberî vê stratejiya hov encamekê wernegire, ditirsim ku ev şîdet û şer li tevahiya welêt belav bibe. Lê belê yê di binê vî şerî de bimîne wê hikûmeta AKP'ê be. Gelê me jî wê zerareke mezin bibîne. Lewma li cihê xendek lê nîne, divê gelê me û raya giştî ya demokratîk bi awayekî girseyî dakevin kolanan, li hemberî hovîtiya hikûmetê nerazîbûna xwe di asta herî bilind de nîşan bidin. Niha li Kurdistanê zarok tên kuştin, dayik tên kuştin, ciwan tên qetilkirin, mal tên hilweşandin û şewitandin."

Sariyildiz bang li gelên li bajarên din kir ku xwedî li berxwedana gel derkevin.