KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Tîmên xwe yên Esedûllah ji Sûrê vekişînin
Bi armanca destekkirina berxwedana li Sûrê bi hezaran kes meşiyan. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel got, "Tank, top û tîmên xwe yên Esedûllah ji Sûrê vekişînin. Divê AKP û dewlet dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."
-
-
-
-
-
-
Li Ewropayê çalakiyên ciwanên Kurd
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê çalakî lidar xistin. Ciwanan di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyê silav kirin.
-
-
-
-
Li Nisêbînê dikan nehatin vekirin
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, bi armanca şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li 4 taxan, li sûka navçeyê û hemû taxên din, esnafan dikanên xwe venekirin û jiyan sekinandin.
-
Rojava bersiv da medya AKP'ê
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan ji ANF'ê re axivî û got, "Dewleta Tirk bi bikaranîna DAIŞ'ê re bi ser neket, niha dixwaze bi artêşa xwe re destwerdanê bike."
-
Xwendekaran êrîş protesto kirin
Xwendekarên li wargehên xwendekaran ên jin û mêran ên Van KYK dimînin, ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê çalakiyên dengderxistinê lidar xistin.
-
Li Qereyaziyê operasyon
Li taxa Reşeye Sebrî ya Qereyaziyê, di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Li bejahiya taxê jî operasyona leşkerî hat destpêkirin.
-
-
-
Tecrîd li Viyanayê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, standa agahdarkirinê hat vekirin.
-
-
-
-
Li Cizîrê êrîş zêde bûn, gel li kolanan e
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku derketina derve lê hat qedexekirin, ji duh bi şev û vir êrîşên giran li taxên Nûr û Cûdî tên kirin. Gel jî li dijî êrîşan daket kolanan.
-
Ji Kurdên li Elmanyayê rêze çalakî
NAV-DEM: Em bang li Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanyayê dijîn dikin, ku beşdarî çalakiyên protestokirina polîtîkayên gemarî yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst û xwedîderketina li xwerêveberiyan bibin.