Xwendekaran êrîş protesto kirin
Xwendekarên li wargehên xwendekaran ên jin û mêran ên Van KYK dimînin, ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê çalakiyên dengderxistinê lidar xistin.
Xwendekarên li wargehên xwendekaran ên jin û mêran ên Van KYK dimînin, ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê çalakiyên dengderxistinê lidar xistin.
Xwendekarên li wargehên xwendekaran ên jin û mêran ên Van KYK dimînin, ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê çalakiyên dengderxistinê lidar xistin. Lê belê polîsan li van çalakiyên hevdemî werdan û heta derengiya şevê ji herêma wargehên xwedekaran derneketin.
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina sivîlan û "qedexeya derketina derve" li Cizîr, Silopiya û Sûrê, xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê li wargehên jin û mêran ên Van KYK çalakiyên dengderxistinê pêk anîn.
Lê belê polîs bi maşînên zirxî û TOMA'yan hatin wargehên xwendekaran û dest li çalakiyan werdan.
Polîsên Tirk tevî maşînên xwe yên zirxî heta derengiya şevê li derdora wargehan man.