Hêzên dewletê hewl dan parlamenterê HDP'ê qetil bikin-HAT NÛKIRIN

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê deriyê mala Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu tê de bû şikandin û bi zorê ketin hundir.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê deriyê mala Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu tê de bû şikandin û bi zorê ketin hundir.

Li Silopiyayê tîmên tevgera taybet, deriyê mala ku parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu, Hevşaredarên Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr û Emîne Esmer û nûçegihanên DÎHA'yê tê de bûn, şikandin, çek li wan kişandin, gef li wan xwarin û heqaret kirin.

Parlamenter Ferhat Encu der barê bûyerê de agahî da ANF'ê û got, "Deriyê mala em tê de ne şikandin û ketin hundir. Çek li me kişandin, heqaret kirin û gefa kuştinê li me xwarin. Xwestin bigirin binçavan. Hêzên dewletê, deriyên malên li apartmana em lê ne yek bi yek dişikînin û dikevin hundir. Ya li vir tê kirin eşqiyatî ye."

Li aliyê din, li ser Silopiyê helîkopterên hêzên dewletê her digerin.