DEM-KURD: Em bi xurtî tevlî çalakiyên protestoyî bibin

DEM-KURD'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn kir, ku bi awayekî girseyî beşdarî çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bibin.

DEM-KURD'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn kir, ku bi awayekî girseyî beşdarî çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya DEM-KURD'ê de hat gotin, "Ji ber qedexeya derketina derve ya ku rejîma faşîst a AKP'ê ev du meh in dimeşîne, hêzên ewlekariya taybet gelê me qetil dikin. Her roj jin, ciwan û zarokên me tên qetilkirin. Şehîdên me yên pîroz û nirxên me yên mîrateya çandî, bi heman rêbaza çeteya faşîst a DAIŞ'ê tên talankirin û xerakirin. Dijderketina li AKP û çeteyan, ne tenê wezîfeya gelê Kurd e, ji bo her kesê ji xwe re dibêje ez şoreşger, demokrat û parêzvanê mafê mirovan im, wezîfeyeke girîng e.

Em li bendê ne ku her kes beşdarî çalakiyên ji bo vê armancê ji aliyê DEM-KURD û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê ve bên lidarxistin, bibin."

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:

ZURÎCH
16'ê Kanûnê-Çarşem
Saet: 15:00
Pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê

BERN
16'ê Kanûnê-Çarşem
Saet: 15:00
CasinoPlatz / Bern