Li Cizîrê êrîş zêde bûn, gel li kolanan e

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku derketina derve lê hat qedexekirin, ji duh bi şev û vir êrîşên giran li taxên Nûr û Cûdî tên kirin. Gel jî li dijî êrîşan daket kolanan.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku derketina derve lê hat qedexekirin, ji duh bi şev û vir êrîşên giran li taxên Nûr û Cûdî tên kirin. Gel jî li dijî êrîşan daket kolanan.

Hêzên çekdar ên dewletê, ji Milê Meşê, Aşk Tepesî, Eskî Dopru û rêya herêmê, bi bombeavêjan êrîşî taxa Nûrê kirin. Sekvanên li van herêman bi cih bûn jî gule berdan gel. Hat ragihandin ku leşkerên Tirk hewl didin ji garnîzonê bikevin nava taxê. Êrîşên li herêmê bi dijwarî dewam dikin. Jin jî li dijî êrîşan daketin kolanan û çalakiya dengderxistinê lidar dixin.

GULE LI GEL HATIN REŞANDIN

Li taxa Cûdî jî saet di 01:30 ê şevê, girseya gel li dora agir civiya û qedexe protesto kir. Lê belê polîs û tîmên taybet ên li girên derdorê bi cih bûne, gule li gel reşandin. Ji duh bi şev û vir ve gule li taxa Cûdî tên reşandin. Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk jî gel li kolanan li ber xwe dide.