Tecrîd li Viyanayê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, standa agahdarkirinê hat vekirin.

Endamên Ciwanên Azad Viyana, ji bo raya giştî li ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne agahdar bikin û balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, stand vekirin.
Stand li kolana Marîahîfa hat vekirin û Awûstûryayiyan eleqeyeke mezin nîşan dan. Di çalakiya ku gelek belavok lê hatin belavkirin de ji bo mîtînga roja Şemiyê ya li ber Parlamentê banga tevlîbûnê hat kirin.