Li Cizîrê zarokê 11 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin-HAT NÛKIRIN

Hêzên dewleta Tirk ên bi tundî êrîşî navçeya Şirnex Cizîrê dikin, zarokê bi navê Salîh Edîm ê 11 salî li naverastê qetil kirin.

Hêzên dewleta Tirk ên bi tundî êrîşî navçeya Şirnex Cizîrê dikin, zarokê bi navê Salîh Edîm ê 11 salî li naverastê qetil kirin.

Bi "qedexeya derketina derve re" hêzên çekdar ên dewletê êrîşên giran dibin ser gelê Cizîrê. Cizîriyan tevahiya şevê li ber xwe dan û nehiştin polîs û leşker bikevin nava taxên wan.

Li taxa Cûdî, zarokê bi navê Salîh Edîm ê 11 salî ji aliyê polîsên tevgera taybet ve bi guleya li serî ketî, hat qetilkirin.

Parlamenterên HDP'ê dixwazin bikevin nava navçeyê, lê belê polîs û leşker li pêşiya wan asteng in.