Tîmên xwe yên Esedûllah ji Sûrê vekişînin

Bi armanca destekkirina berxwedana li Sûrê bi hezaran kes meşiyan. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel got, "Tank, top û tîmên xwe yên Esedûllah ji Sûrê vekişînin. Divê AKP û dewlet dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."

Tevî parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel û Sîbel Yîgîtalp girseya gel ji bo şermezarkirina komkujiya li Sûrê û destekkirina berxwedana li Sûrê, li ber AZC plaza civiya.

Kurdistanî ji vê derê bi qîrîna dirûşmên "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav" ber bi Meydana Stasyonê ve meşiyan. Hejmara Kurdistaniyan, dema gihaşt Meydana Stasyonê bû bi hezaran. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel li vê derê ji Kurdistaniyan re axivî û got, "Ev 15 roj in li Sûrê dorpêçiyeke bêhiqûqî heye. Bi qedexeya li Sûrê re dor li tevahiya Amedê hatiye girtin. Li Amed û gelemperiya Kurdistanê şerekî gemarî tê meşandin, ku nav lê nehatiye kirin."

Demîrel diyar kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê îspata herî mezin e ku nîşan dide hikûmeteke darbeyê ye û got, "Berpirsyarê hilweşîna rû dide, hikûmeta AKP'ê ye. Eger ne bi vî rengî bûya, wê pêşnûmeya me ya ji bo avakirina komîsyona lêkolînê ji aliyê AKP'ê ve nehatibûya redkirin."

Demîrel ragihand ku divê konsepta şer tavilê bê terikandin û got, "Pêwîste daxwazên gel li ber çavan werin girtin. Hikûmeta ancax bi vî rengî dikare li ser piyan bimîne. Hikûmet û dewlet sûc dike. Ev pêkanîn ji aliyê qanûnî û hiqûqê ve ne rewa ne."

Demîrel di dewama axaftina xwe de got, "Tank, top û tîmên xwe yên Esedûllah ji Sûrê vekişînin. Divê AKP û dewlet van polîtîkayên xwe yên gemarî biterikînin û guh bidin daxwazên gel. Ji yên dibêjin xendek re em dipirsin; gelo li Baglarê xendek hebûn ku we du ciwan qetil kirin? Bi van pêkanînan re sûc dikin, wê hesabê vê bidin. Bingeha van pirsgirêkan, tecrîda li ser Ocalan e. Bi rakirina tecrîdê re divê muzakere ji nû ve were destpêkirin. Hûn çi bikin jî hûnê neçar bimînin li dora maseya muzakereyê rûnên û pirsgirêkê çareser bikin."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bû. Lê belê polîsên Tirk li Koşûyolû bi ava şid û gaza îsotê êrîşî gel kirin.