KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Cizîrê polîsan zarokek birîndar kir
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Mevlîde Îgdî ya ku ji Cadeya Yafes derbasî taxa Konak dibû bi guleya li serê wê ket giran birîndar bû. Gel Îgdî rakir nexweşxaneyê. Di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê ragirtin. -
Li Cizîrê gel, bi govendê qedexeyê pêşwazî dike!
Li Cizîrê li hember qedexeya kolanan ya îşev saet 23:00’an destpê dike, gel li taxên Nûr, Yafes û Cûdîyê ye. Gel derket kolanan û li ber stranên Kurdî govend gerand. -
Li Nisêbînê berxwedana li hember êrîşan didome
Li taxên Nisêbînê ku rêveberiya awarte di meriyetê de ye, wek karê yekemîn polîsan bi gulereşandina li trafoyan ve elektrîk qut kirin. -
Qeymeqam nahêle ji bo tedawiyê Akyuz rakin nexweşxaneyê
Qeymeqam ji bo tedewiyê, rakirina Mûhammed Akyuz (16) ê ku di encama êrîşên polîsan ên li Kerboranê birîndar bû, asteng dike. -
Li Kayapinarê polîsan 5 zarok binçav kirin
Polîsên li Kayapinarê 5 zarok binçav kirin, li ser kesekî ku xwest dîmenên binçavkirina bigire jî gule reşandin. -
Ji bo merasîma cenazeyên Cengîz û Salman banga xwedîderketinê
Cenazeyên Cengîz û Salman ên ku di êrîşên polîsan ên li hember navçeya Sûr a Amedê hatin qetilkirin, wê sibê li Amedê bên defnkirin. -
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Kerboranê Turan hat girtin
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Kerboranê Turan, bi hinceta “ Heqaret li Erdogan” kiriye hat girtin. -
Dêrsimî sibehê li Sûka Binerd kom dibin
Ji bo Şerdil Cengîz ê ku xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê bû, hate qetilkirin, hevalên wî meş lidarxistin. Di meşê de ji bo çalakiya sibehê banga tevlîbûnê hat kirin. -
Li Cizîrê sewqiyat: Hêzên dewletê li wargehên xwendekaran tên bicihkirin
Li Cizîrê, leşker û polîs careke din amadekariyên êrîşê dikin. Hêzên dewletê yên hatin navçeyê, li wargehên xwendekaran tên bicihkirin. -
Li Amed û Nisêbînê berxwedan belav dibe
Li hember êrîşên hêzên dewletê yên li Amed û Nisêbînê, gel jî xwe diparêze. -
Jinan li Wanê bendên polîsan şikandin û meşiyan
Li Wanê Jinan, li hember polîtîkayên tund yên AKP’ê bendên polîsan şikandin û meşiyan. -
Însîyatifa Gel a Amedê: Roj roja berxwedanê ye
Însîyatifa Gel a Amedê wiha got: “Berxwedana bi heybet a îro hat raberkirin divê bê navber bi belavkirina li sibehê jî bê domandin. Heta dorpêça li Sûrê didome, qedexeya kolanan radibe, divê serhildan em serhildanê bidomînin. -
Deriyê sînor ê Xabûrê hat girtin, artêşa Tirk hêz teqwiyeyî Bamernê kir
Leşkerên Tirk ê ku duh ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, sewqî bargehên Bamernê hatin kirin. -
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê banga berxwedana topyekun kir
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Tirkiyeyê banga ji îro û şûn de bê navber bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ketina tevgerê li Kurdistan û bi awayekî hemwext li tevahî gelê Kurd ê welatparêz ê ku li Tirkiyeyê dijîn kir. -
Li Amedê polîsên Tirk Jinek birîndar kir
Li Amedê çalakiyên şermezarkirina qedexeya derketina derve ya navçeya Sûrê hatin lidarxistin de jina bi navê Ayşe Aytekîn hate birîndarkirin. -
Akyuz ê birîndar ji aliyê polîsên Tirk ev 10 saet in tê rawestandin
Zarokê bi navê Muhammed Akyuz ku li Kerboranê serê sibê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin, ev 10 seat in destûr nayê dayîn ku rakin nexweşxaneyê. Xetereya jiyanî ya Akyuz her diçe zêdetir dibe. -
Li navenda Amedê sewqiyata leşkeran Tirk
Li navenda Amedê piştî sewqiyata polîsan, leşker jî hatin sewqkirin. -
Heyeta xwest biçe Kerboranê rastî astengiya leşkerên Tirk hat
Heyeta ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de ya ku li dijî êrîşên li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hewl dan bikevin navçeyê, rastî astengiya leşkerên Tirk hat. -
Li Amedê polîsên Tirk 2 kes qetil kirin/HAT NÛKIRIN
Li Amedê, bi armanca şikandina dorpêçiya navçeya Sûrê, girseya gel daket kolanan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Ji ber van êrîşan çalakî li tevahiya bajêr belav bû. -
Kurdên li NRW wê li ber konsolosxaneyên Tirk çalakiyan lidar bixin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, wê li ber konsolosxaneyên Tirk ên li eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Elmanyayê çalakiyê protestoyî bên lidarxistin. -
Li Amedê çalakî: 4 polîs hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku di encama çalakiya li hember polîsên di wesayîta zirxî ya li navçeya Amed Bismilê ya 12’ê Kanûnê de 4 polîs hatin kuştin. -
Hevşaredarê Nisêbînê: Wê nikaribin bi ser bikevin!
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Gok diyar kir ku piştî "qedexeya derketina derve" ya cara 6. wan şebekeyên sereke yên bajêr tamîr kirine, lê belê bi qedexeyê re wê şebekeyên av û kanalîzasyonê di roja destpêkê de xera bibin. -
KNK: Li dijî êrîşkariya dewleta AKP'ê vîn û berxwedaneke xurt lazim e
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku êrîşkariya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd bi hovîtî û xwînxwariyê, roj bi roj zêde dibe û got, "Li dijî êrîşkariya dewleta AKP'ê, vîneke xurt û berxwedaneke berfireh lazim e." -
Sariyildiz: AKP taktîka dagirkeriyê ya DAIŞ'ê bi kar tîne!
Li Cizîrê, beriya "qedexeya derketina derve" ya vê şevê bikeve meriyetê, bi rêya SMS'ê bang li karmendên dewletê hat kirin ku navçeyê biterikînin. Cizîrî jî wê careke din li nava malên xwe bên ragirtin. -
Li Amedê du kes bi guleyên rastî birîndar bûn
Li Amedê êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Ji ber êrîşan du kes birîndar bûn.