Li Amed û Nisêbînê berxwedan belav dibe
Li hember êrîşên hêzên dewletê yên li Amed û Nisêbînê, gel jî xwe diparêze.
Li hember êrîşên hêzên dewletê yên li Amed û Nisêbînê, gel jî xwe diparêze.
Li hember êrîşên hêzên dewletê yên li Amed û Nisêbînê, gel jî xwe diparêze.
Di serî de navçeya Sûr a Amedê, gelê li hember êrîşên li Kurdistanê bi dirûşma “Bijî Berxwedana Sûrê” ve berxwedana xwe mezin dike. Li tevahî kolanên navçeya Baglar a ku 2 kes hatin qetilkirin, gel bi barîqat û bi pêxistina agir li ber xwe dide.
Gel derket kolan û şaneşînên xwe, bi tilîlî û dirûşman li hember êrîşên tîmên taybet tax lerizandin, çalakiyên dengderxistin kêm nekirin. Li hember êrîşan Amedî ketin xweparastinê. Tîmên taybet ên nikarin bikevin taxan jî ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê davêjin derdora xwe. Her wiha, her cara ku TOMA agiran vedimirîne, di demek kurt de ciwan dîsa agir pêdixin. Li tevahî kolanên Baglar barîqat hatin danîn.
Li Ofîse tevahî rojê gel di nav berxwedanê de bû. Tevî giştî êrîşên polîsan jî gel ji kolanên xwe veneqetiya, berxwedana Sûrê silav kir.
Li dijî êrîşên polîsan ên li Parka Koşûyolû, berxwedana gel didome. Li cadeyên li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Kayapinarê jî gel barîqat danîn. Li Kayapinarê polîs bombeyên gazê davêje derdora xwe, li asoyê bajar jî tevgera helîkopteran heye.
MÊRDÎN
Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê, Walîtiya Mêrdînê cara 6'emîn derve û kolan li welatiyan qedexe kir. Piştî qedexeya kolanan destpê kir, êrîşên hêzên dewletê jî destpê kir. Bi dehan wesayîtên zirxî û tîmên taybet li kolanên Çagçag, Qada Newrozê otogar û Îpekê bi cih bûn. Li taxên Firat, Abdulkadirpaşa, Dîcle û Yenişehirê bi qedexeyê ve, êrîş û gulebarana hêzên dewletê jî destpê kir. Li taxên ku çekên giran tên bikaranîn de berxwedana gel jî destpê kir û xweparastin hat xurtkirin.