Li Cizîrê gel, bi govendê qedexeyê pêşwazî dike!

Li Cizîrê li hember qedexeya kolanan ya îşev saet 23:00’an destpê dike, gel li taxên Nûr, Yafes û Cûdîyê ye. Gel derket kolanan û li ber stranên Kurdî govend gerand.

Li Cizîrê li hember qedexeya kolanan ya îşev saet 23:00’an destpê dike, gel li taxên Nûr, Yafes û Cûdîyê ye. Gel derket kolanan û li ber stranên Kurdî govend gerand.

 

Gel li Cizîrê li hember qedexeya kolanan, ji saetên nîvro ve bend danîbû li ser cadeya mezin û çalakiya protestoyê li dar xistibû. Ji saetên danê şevê jî, li cadeyên cuda cuda cihazên orkestra hatin danîn û gel, li ber stranên Kurdî dest bi govendê kir. Li bajar, qedexeya kolanan bi govend gerandinê ve vegeriyaye pîrozbahiyê. Cizîrî bi biryar in ku wê di saetên qedexeya kolanan de jî kolanan neterikînin û aktivîteyê xwe bidomînin.