Li Cizîrê sewqiyat: Hêzên dewletê li wargehên xwendekaran tên bicihkirin

Li Cizîrê, leşker û polîs careke din amadekariyên êrîşê dikin. Hêzên dewletê yên hatin navçeyê, li wargehên xwendekaran tên bicihkirin.

Li Cizîrê, leşker û polîs careke din amadekariyên êrîşê dikin. Hêzên dewletê yên hatin navçeyê, li wargehên xwendekaran tên bicihkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, îşev careke din “qedexeya kolanan” destpê dike. Beriya qedexeyê sewqiyata leşkerî bê navber didome. Hêzên dewletê yên hatin navçeyê, li wargehên xwendekaran ên li Taxa Konakê tên bicihkirin. Her wiha, hat diyarkirin ku polîsan dest danîne ser mifteyên 2 wargehên xwendekaran ên li Taxa Yafesê. Wesayît û cebilxaneyên bi polîs û leşkeran re hatin jî li hewşa dibistanê hatin danîn.

Her wiha li Balafirgeha Şerafettîn Elçî, balafirên ku leşker û cebilxane barkirî hatina xwe ya navçeyê didomînin.