Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser hovîtiya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga berxwedaneke xurt kir.
Konseya Rêveber diyar kir, ku dewleta Tirk êrîşkariya xwe ya li ser gelê Kurd bi hovîtî û xwînxwarî roj bi roj zêdetir dike û got, "Li hin bajar û herêmên ku berê jiyan lê qedexe kiribû, careke din lê vedigere; mînaka Nisêbîn, Sûr û hwd. li ber çava ye. Polis û MÎT ne bes bû, êdî hêzên leşkerî jî dixin nava bajaran û bi wan jî êrîşî ser gelê me dike. Niha Kerboranê jî lê zêde kiriye. Li Başûr jî, Herêmên Parastinê yên Medyayê ne bes bû, êrîşkariya xwe dirêjî Başika Mûsilê jî kiriye."
KNK'ê ragihand, ku armanca siyaseta dewleta AKP'ê, şikandina vîna berxwedêr a gelê Kurd e û ev xal destnîşan kir: "Berê digotin, 'Kurdê herî baş ê mirî ye', lê niha 'Kurdê herî baş ê îrade şikestî, yê teslîm bûyî, yê kole' dixwaze.
Lewma berê Kurd ji gundan didan revandin/koçber dikirin, lê niha dixwazin Kurdan ji bajaran jî bidin revandin. Ew çend roj an saetan qedexeyê radikin, ne ji bo ku gel hewcedariyên xwe yên tenduristî an hwd. ên jiyanî çareser bike, berevajî, ji bo ku gel ji cihê xwe koç bike, ji cih û warê xwe bireve, terk bike radike!"
KNK'ê da zanîn ku ev siyaset û hilwesta dewleta AKP'ê gelek xetere û li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir, ku gelê Kurd di bin zilm û wahşetek mezin de ye, jiyan lê kiriye zîndan.
KNK'ê diyar kir ku bi vê yekê re tê xwestin vîna gel were şikandin û wiha dewam kir: "Lewma banga me KNK’ê, ji her Kurd û Kurdistaniyan re ev e: Divê em li dijî vê siyaseta qirêj a AKP'ê rabin ser piyan. Ji bo parastin û firehkirina destketiyên gelê me, ji bo îradeya xweseriya demokratîk em mezintir û xurtir bikin çi lazim be divê em bikin!
Bi taybetii jî Hukûmeta Federal a Başûr, herî kêm qasî ya Bexdayê divê li dijî AKP'ê hilwesta xwe nîşan bide.
Her wiha li derveyî welat jî, ji bo ku rûreşiya dewleta AKP'ê ji raya giştî cîhanê re raxin ber çavan û piştgriya wan wergire, divê em dîplomasî û lobiyek hîn bi hêztir bidin meşandin.
Ev banga me, bi giştî ji bo mirovatiya cîhanê ye!"