Li Nisêbînê "qedexeya derketina derve" wê îro ji saet 16:00 û pê ve ji nû ve bikeve meriyetê. Hevşaredar Gok diyar kir ku dewlet wê bi ser nekeve û got, "Wê dîsa mirov bê av bên hiştin. Heta ku qedexe bê rakirin, wê gelê me bi vî rengî bê cezakirin."
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Gok diyar kir ku piştî "qedexeya derketina derve" ya cara 6. wan şebekeyên sereke yên bajêr tamîr kirine, lê belê bi qedexeyê re wê şebekeyên av û kanalîzasyonê di roja destpêkê de xera bibin.
'GEL CEZA DIKIN'
Gok ragihand ku "qedexeya" ji nû ve hatiye îlankirin kêfî ye û got, "Şêniyên Nisêbînê, beriya saeta qedexeyê, hewl didin madeyên xwarinê bigihîne malên xwe. Ji ber ku wê dîsa bi rojan li nava malan bên ragirtin. Weke Şaredariyê me şebekeyên avê û kanalîzasyonê yên hatin teqandin, tamîr kirin. Lê belê bi qedexeya derketina derve re wê careke din şebekeyên avê di heman rojê de bên teqandin û kanalîzasyon jî bê xetimandin. Şêniyên taxan bi teqandina şebekeyên avê re wê careke din bê av bimînin. Heta qedexe bê rakirin, wê gelê me bi vî rengî bê cezakirin."
Gok got, "Ti sedema van qedexeyên derketina derve nîne. Hûn jî dibînin, li piraniya bajarên Kurdistanê bi heman sedeman mirovan li malên wan radigirin. Ti sedemeke wan kesên vê biryarê didin, nîne. Em di rewşeke welê de ne ku mejî û aqil sekiniye. Lewma gel nerazî ye. Bi mehan e li nava mala xwe hepsî ne. Li gorî me, ev hewldan wê bi ser nekeve."