Qeymeqam nahêle ji bo tedawiyê Akyuz rakin nexweşxaneyê

Qeymeqam ji bo tedewiyê, rakirina Mûhammed Akyuz (16) ê ku di encama êrîşên polîsan ên li Kerboranê birîndar bû, asteng dike.

Hate ragihandin ku Hatîce Gezgîncî û Sacîde Gezgîncî yên ku dema alîkariya Mûhammed Akyuz (16) ê ku di encama êrîşên dijwar ên li navçeya Kerboran a Mêrdînê birîndar bû, dikirin, rastî êrîşê hatin û birîndar bûn, ji taxê hatin derxistin û gihiştin nexweşxaneyê, Akyuz jî hê li taxê tê sekinandin.

Hatîce Gezgîncî û Sacîde Gezgîncî ji bo Mûhammed Akyûz (16) ê ku di encama êrîşên li navçeya Kerboran a Mêrdînê birîndar bû, bigihînin ambûlansê, di encama gulebaranê de birîndar bibûn. Her du jinên birîndarbûyî bi ambûlansê ji taxê hatin derxistin, hate diyarkirin ku Qeymeqam destûrê nade ku Akyuz ji taxê bê derxistin.

Hate ragihandin ku ji ber bi saetan li ser erdê hatiye hiştin, pişika Hatîce Gezgîncî (45)  zerar dîtiye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê tedawiyê dibîne. Sacîde Gezgîncî (26) jî gule li milekî wê ketiye, sewqî Zanîngeha Dîcle ya Amedê hate kirin. Hate diyarkirin ku ji ber derbeya guleyê, milê wê hatiye asta jêbûnê.

Tê diyarkirin ku eger Mûhammed Akyuz ê bi giranî birîndar bûye ranekin nexweşxaneyê dibe ku jiyana xwe ji dest bide.